Cîgirê Serokê Yenîden Refahê: Mandîbûna AK-Partiyê em kirin çare û hêvî

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Encamên hilbijartinên şaredariyan a Tirkiyeyê eşkere kirin ku, bedîleke bihêz li siyaseta Tirkiyeyê zêde bûye û bo dengdêrên nerazî yên AK-Partiyê bûye navnîşaneka hevîdar û çareseriya pirsgirêkan. Navê wê bedîlê Yenîden Refah e ku di hilbijartinan de ji sedî 6 deng û 65 şaredarî bidest anîbûn. Li gor zanyarên siyasetê, pirsgirêkên aborî û bêhelwestiya hikûmeta Tirkiyeyê beramber Îsraîlê sedemên sereke yên bihêzbûna wê partiyê ne.

Takepartiya sûprayz a hilbijartinên şaredariyan Partiya Yenînden Refah ku partiyeke îslamî û rastgir e, piştî di sala 2018ê de hate damezirandin yekem serkeftina xwe di hilbijartina parlementeriyê de bi bidestanîna pênç kursiyan, duyem serkeftina xwe jî di hilbijartinên şaredariyan de bidestanîna 65 şaredariyan nîşan da û bû partiya sêyemîn a hilbijartinê. Ev serkeftin li pey xwe pirsa “Yenîden Refah çawa û çima bihêz bû?” aniye û li gor zanyarên siyasete çar sedemên bingehîn li pişt vê çîroka siyasî heye.

Zanyarê siyasetê Mehmet Yaşar Altundag ji K24ê re got: “Ya yekemîn Partiya Yenîden Refah ji ber ku di hilbijartina borî de endama Hevpeymaniya Cumhur bû, dengdêrên wê hevpeymaniyê baweriya xwe bi Yenîden Refahê tînin. Ya duyem, pirsgirêkên aboriyê dengdêrên AK-Partiyê gelek nerazî kiribû û çavê wan li bedîlekê bû. Dirûşma şaredariya biehlaq û aboriya biehlaq a Yenîden Refahê keyfa wan dengdêran gelek anî. Herî dawî jî siyaseta lihevnekirî ya AK-Partiyê ya di şerê Xezzeyê de bû sedem ku dengdêrên AK-Partiyê berê xwe bidin Yenîden Refahê.”

Berpirsên Yenîden Refahê jî van sedeman piştrast dikin û didin zanîn ku, di navbera serkeftina wan û hejmara endamên wan de pêwendiyeke rastrast heye.

Cîgirê Serokê Yenîden Refahê Mehmet Altinoz got: “Berî hilbijartina par me 260 hezar endam hebûn. Li ser fermana Serokê xwe me hejmara endamên xwe kir 540 hezar û em bi vê hêzê beşdarê hilbijartina îsal bûn. Em sêyem partîbûn ku herî zêde endamên xwe hene. Paşê pirsgrêkên aboriyê, bazirganiya hikûmetê ya digel Îsraîlê û mandîbûna AK-Partiyê em kirin çare, hêvî û bedîl bo dengdêran.”

Yenîden Refah armanc dike, bi riya 65 şaredariyên ku bidest xistine biselmîne ku dikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe û di hilbijartinên bê de bi tena serê xwe bibe deshilat.