PWK: Em şehîdên Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 36emîn a komkujiya Enfalê de di daxuyaniyekê de ragihand, “Ne komkujî û jenosîdan û ne jî Enfalê nikarîbû rê li ber tevger û doza Kurdistanê bigre. Enfal ne tenê komkujî û jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê bû.”

Daxuyaniya Buroya Ragihandinê (PWK):

Em şehîdên Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin!

Di sala 1986an de, Dewleta Iraqê ya Seddam Huseyîn di dema şerê bi Îranê de hêzeke mezin şand ser Başûrê Kurdistanê.

Armanc, kuştina hemû mêrên kurd yên ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo pêkanîna vê armancê, hemû rê û awa mubah bû; bombekirin, ji binî ve wêrankirina gund û bajaran, komkujî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.

Ev êrîşên hovane 3 salan berdewam kir; lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de pêk hat, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Ne tenê kurdan, herweha asûrî û tirkmenan jî ji van êrîşan para xwe girtin.

Enfal bi qirkirina 8000 mêrên Barzanîyan dest pê kir û heta sala 1989an, 182 000 kurdistanî hatin qetilkirin.

Di encamê de 182 000 kurdistanî hatin kuştin; ji 4665 gundên başûrê Kurdistanê 4000 gund bi erdê re kirin yek; bajarên weke Qeladiza, Seydsadiq xanîyek ava nema; 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Zêdeyî milyonek kurdistanî cîh û warên xwe berdan bi çol û çîyan ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn; zevî û ziraet beyar man; heywanê kedî neman. Gava leşkerên Seddam trîbûna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.

Seddam û heramîyên wî navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibûn, danîbûn ”Enfal”. Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e. Belê rast e, karbidestên Seddamê dîktator û hov ne tenê Kurdistan wêran kir; wan mêrên ku destê wan çek digirt kuştin, bi dehhezaran jinên kurdan ber bi çolên ereban ve mecbûrî koçberîyê kirin; weke ”xenîmeta şer” dest danîn ser wan, destdirêjî li wan kirin, gelek ji wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Îro jî li gelek deverên ereban, gorên komkujîya kurdan derdikevin holê.

Îşaretên komkujî û qirkirina kurdan hîn di sala 1983an de, bi girtin û kuştina mêrên Barzanîyan dîyar bûbû. Baasîyan avêtibûn ser herêma Barzan, ji 10 heta 70 salî, 8000 mêrên Barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên başûrê Iraqê û ew hemû bi saxî binerd kiribûn. Jinên wan jî li Musul û Hewlêrê bi darê zorê bi cîh kiribûn.

Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye jî, bêgûman komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hovane, di bin sîya şerê bi Îranê re pêk anî.

Emerîka, Ewropa, Yekitîya Sowyet, dinya, musilman, cîranên Kurdistanê hemû li hemberî vê komkujîya hovane bêdeng man; çavê xwe girtin û guhên xwe kerr kirin. Kengî bi sedhezaran kurd ji hewla canê xwe, li sînorên Tirkîyeyê asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyona ketin malên emerîkî û ewropîyan, hîn nuh dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin. Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran kurdên ku di serma û seqemê de xwe li sînorên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê dabûn di hafizeyan de zindî û teze ne.

Lê belê, ne komkujî û jenosîdan û ne jî Enfalê nikarîbû rê li ber tevger û doza Kurdistanê bigre. Enfal ne tenê komkujî û jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê bû.

Bi hemû wehşet û wêrankarîya xwe Enfalê jî xelkê Kurd dîl û teslîm negirt. Miletê Kurd û kurdistanîyan ew 4000 gund û bajarên werakirî ji nû ve ava kirin; rê û pirên xwe ji berê baştir çê kirin. Dar û zevî ji nû ve şîn bûn, kerîyên pez û garanên dewaran li mêrgên Kurdistanê ji nû ve çêrîyan. Miletê Kurd û kurdistanîyan li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare kir; teva kemû kêmasîyên xwe, dest bi avakirina azadî û demokrasîyeke ku ev herîm nebûye şahid, kirin.

Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê îro ne tenê ji bo kurdan, herweha ji bo asûrî, tirkmen, ereb û hemû etnîsîteyan; ji bo êzîdî, suryanî, kildanî, şebek, ehlî heq, şiî hemû ol û mezhebî re bûye sitarek aram û ewle.

Divê dinya êdî vekirî piştgirîya miletê Kurd bike ku ew bi awakî azad xwe îdare bike; divê miletê Kurd û kurdastanî mecbûrî jîyana bi wan dewletên ku ev keraset anîne serê wan, nemîne. Lê divê em hemû kurdên li dinyayê jî destkeftin û Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê biparêzin û vê ya weke wezîfeyek neteweyî û pîroz bibînin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê nîsanê, weke bibîranîna Enfala reş îlan kirîye. Lê kurd wê ne tenê di roja 14ê nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bi bîr bîne û wê vê karesat û komkujîyê tu carî nede ji bîr kirin.

Em şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û dijminên ku ev jenosîd pêk anîne, bi tûndî rûreş û şermezar dikin.

14.04.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)