Şaxewan Ebdula: Bê PDK hilbijartin nayên kirin

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “PDK li meydana siyasî ya Kurdistanê hêzeke siyasî ya mezin e, tevaya hêz û aliyên siyasî li Bexdayê bi wê rastiyê hesiyane ku bê PDK hilbijartin nayên kirin”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Hilbijartin hingê tên kirin ku tevaya alî û hêzên siyasî tevlî wan bibin. Ew têbîniyên ku PDKyê hebûne rijd in û girêdayî gelê Kurdistanê bi awayekî giştî ne”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “PDK li meydana siyasî ya Kurdistanê hêzeke siyasî ya mezin e, bê wê hilbijartin nayên kirin, ew rastiyek e ku tevaya hêz û aliyên siyasî li Bexdayê bi wê rastiyê hesiyane, ji bo ku ew têbîniyên PDKyê bi hikmet bên wergirtin”.

Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Em bi Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê re di danûstandinan de ne ji ber ku hin mijarên teknîkî hene, ji bo nimûne bêparkirina 400 hezar dengderên Kurdistanê li tevaya deverên Kurdistanê ji dengdanê. Ev binpêkirina destûrî ye. bizav tên kirin ku daxwaziyên PDKyê bên bicihanîn”.

Navbirî herwesa ragehand, “Komisyon dibêje ku pêdivîtiya wê bi demekê heye ji bo ku bikare wan navan temam bike, vêca ew dem çend be û tevî têbîniyên PDKyê çend paş dikeve, ew mijareke din e”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03ê Adara 2024ê, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Li dû wê biryarê jî, hemî aliyên peywendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.