Şêwirmendekî Sûdanî: Em alîkariya kompaniyên Amerîkayî dikin ku weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin

Dr. Mihemed Necar
Dr. Mihemed Necar

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendekî Serokwezîrê Îraqê radigehîne ku ew dê alîkariya kompaniyên Amerîkayî bikin, eger bixwazin weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin. Herwesa dibêje, “Di 45 salên borî de, piraniya budceya Îraqê ji bo şeran û kirîna çekî çûye”.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê û Serokê Sindoqa Weberhênanê ya Îraqê Dr. Mihemed Necar ku yek ji endamên şanda Îraqê li Amerîkayê ye ji K24ê re ragehand, “Di heyama 45 salên borî de, pirojeyên mezin ên weberhênanê li Îraqê nehatine vekirin belkî piraniya budceya Îraqê ji bo şeran û kirîna çekî çûye”.

Wî Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê herwesa ragehand, “108 kompaniyên Amerîkayî bazirganiyê bi Îraqê re dikin, qebareyê weberhênana kompaniyên Amerîkayî jî di warê petrola Îraqê de du milyar dolar in”.

Dr. Mihemed Necar tekez jî kir, “Eger kompaniyên Amerîkayî bixwazin weberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, Hikûmeta Îraqê dê alîkariya wan bike”.

Herwesa Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragehandinek li ser civîna Lijneya Bilind a Hevahengiyê di navbera Amerîka û Îraqê de belav kiriye û tê de behs kiriye ku, ji sala 2014ê ve bi bihayê sê milyar û 500 milyon dolaran alîkariyên mirovî ji bo pêşveçûna Îraqê terxan kirine, armanc ji alîkariyên wan jî piştevanîkirina seqamgirî û serweriya Îraqê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî daye ku, di sala 2023ê de bi bihayê 150 milyon dolaran alîkarî ji bo pêşveçûna Îraqê terxan kirine, zêdebarî ku di warên çaksaziya aborî, guhertinên seqayî, enerjiyê û av û karebê de mil bi milê xwandina bilind alîkariya Îraqê kiriye.