845 çekên qerebûkirinê yên madeya 140ê gehiştin Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - 845 çekên qerebûkirinê yên madeya 140ê îro (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) gehiştin Nivîsîngeha Kerkûkê. Berpirsê wê nivîsîngehê jî dibêje, “Em dê ji sibe ve dest bi belavkirina wan çekan bikin û her roj 300 malbat dê bên meşandin”.

Bihayê wan 845 çekên ku gehiştine Nivîsîngeha Kerkûkê heşt milyar û 445 milyon dolar in, yanî bihayê her yek ji wan 10 milyon dolar in û ji bilî çekên qerebûkirina çend welatiyên Tirkmen, tevaya çekên din ên qerebûkirinê yên welatiyên Kurd in.

Berpirsê Nivîsîngeha Bicihanîna Madeya 140ê Kakereş Sidîq di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Me berî cejna Remezanê, karûbarên qerebûkirina 32 û 33 û 34ê ji Bexdayê re şandine, ji bo ku li dû pereyê bedrest piroseya qerebûkirina welatiyan bê bicihanîn”.

Berpirsê Nivîsîngeha Bicihanîna Madeya 140ê herwesa got, “Me ji bo belavkirina wan çekan çend rêkar û rênimayî dane ber xwe û ji sibe ve em dest bi belavkirina wan dikin. Ji ber biçûkiya cihê nivîsîngeha me, em dikarin her rojê 300 çekan belav bikin”.

Kakereş Sidîq amaje jî da, “Divê welatî ji bo wergirtina çekên qerebûkirinê wan belgeyên pêdivî bi xwe re bînin ên ku nivîsîngeha me diyar kirine, xasma karta niştîmanî. Herwesa divê kartên wan ên dengdanê jî Kerkûk be”.