Pisporekî enerjiyê: Fişar li hikûmeta Iraqê tê kirin ji bo dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporekî enerjiyê ragihand, rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, zêdetirî 12 milyar dolar zirar gihandiye aboriya Iraqê. Got jî: Li ser asta navdewletî fişar li ser hikûmeta niha ya Îraqê heye ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Pisporê karûbarê enerjiyê Mihemed Emîn Hewramanî ji K24ê re ragihand, dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê, mijareke sereke ya civîna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî ye.

Bi gotina wî pisporê enerjiyê, rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, zêdetirî 12 milyar dolar zirar gihandiye aboriya Iraqê, ji ber wê jî di berjewendiya hemû aliyan de ye ku di zûtirîn dem de petrola Herêma Kurdistanê careke din bê hinardekirin û ji bo vê armancê jî rêkeftineke navdewletî were kirin.

Hewramanî da zanîn, di dirêjahiya dîrokê de, hikûmetên li pey hev ên Iraqê nexwestiye Herêma Kurdistanê bi xwe nefta xwe hinarde bike û hemû hewlên xwe dane bo rêgirtin li hinardekirina petrolê. Amaje bi wê jî kir, “Hikûmeta niha ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî hewl dide pirsgirêkan çareser bike.”

Li gorî wî pisporê enerjiyê, li ser asta navdewletî fişar li ser hikûmeta niha ya Iraqê tê kirin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Ji aliyekî din ve li gor daxuyaniya Koşka Spî, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna xwe de tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e petrola Iraqê bigihe bazarên cîhanê û daxwaza xwe ji bo berdewamkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê nîşan dan.