PWK Cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz dike

PWK Cejna Çarşema Sor pîroz dike
PWK Cejna Çarşema Sor pîroz dike

Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) cejna Kurdên Êzidî ya Çarşema Sor pîroz dike, PWK amaje dike ku divê hemû Kurdên cîhanê li Kurdên Êzidî xwedî derbikevin û her wiha nirxên Kurdên Êzidî biparêzin.

Di 17ê Nîsanê û cejna Kurdên Êzidî ya Çarşema Sor de, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyameke pîrozbahiyê parve kir. Partiya Welatparêzên Kurdistanê balê dikêşe ku Êzidiyatî yek ji dînên herî kevnar ên Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî xwediyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Peyama Partiya Welatparêzên Kurdistanê wisa ye.

“Em Cejna Çarşema Sor ya xûşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin!

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin ya Kurdên Êzidî ye.

Li gorî baweriya Kurdên Êzidî ya salanameya berê, di Çarşema yekem ya meha Nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jiyanê dest pê kiriye. Ji ber vê jî vê rojê weke Cejna Çarşema Sor, cejna Sersala Êzdiyan, pîroz dikin.

Êzidiyatî yek ji dînên herî kevnar ên Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî xwediyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xûşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek komkujî, êrîş û karesatên mezin bûne; lê wan tu carî dest ji zimanê Kurdî, nasnameya xwe ya olî, urf, adet, kultur û Kurdîtiya xwe bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî da, em bangî hemû Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê dikin ku li himberî zilm, zordarî, neheqî û êrîşên li ser civata Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê nedin ku tu hêz û aliyek xwe li ser wan bisepîne.

Em di wê baweriyê de ne ku Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xûşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bêne kewandin û alandin dê biryarên teybetî bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serweriya Rêvberiya Herêma Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kulturî û xweîdarekirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin misogerî û garantiyê.

Em bi hest, bîr û bawerî û hişmendiya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, cejna Sersala Êzdiyan, a xûşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.”