Katî Pîrî: Demîrtaş neyê azadkirin Hollanda peymana Yekîtiya Gumrikê bi Tirkiyeyê re nû nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Hollandayê ji ber azadnekirina hevserokê berê yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş û Osman Kavala, biryar da ku peymana Yekîtiya Gumrikê ya bi Tirkiyeyê re nû neke.

Parlamentera Hollandayê Katî Pîrî li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, heta biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser azadkirina hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala neyên cibicîkirin, Parlamentoya Hollandayê red dike ku peymana Yekîtiya Gumrukê ya bi Tirkiyeyê re were nûkirin.

Ev pêşniyar ji aliyê Parlamenter Katî Pîrî ve hatibû pêşkêşkirin û Parlamentoya Hollandayê bi piraniya dengan pesend kir.

Herwiha bang li Tirkiyeyê hat kirin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Demîrtaş û Kavala serbest berde.

Demîrtaş ji sala 2016ê ve li girtîxaneya Edîrneyê zindanî ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di sala 2020ê de biryara azadkirina wî dabû.

Ji aliyê xwe ve Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî biryarê derketibû û gotibû ew pabendî wê biryarê nabin.