Civaka Navdewletî û PDK li ser awayê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hevnerîn in

Avahiyê Perlemana Kurdistanê
Avahiyê Perlemana Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civaka Navdewletî li ser awayê birêveçûna piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi PDKyê re hevnerîn e. Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê dibêje, “Divê hilbijartin bi awayekî azad, dadperwerane û şefaf bin û li tevaya Herêma Kurdistanê bên kirin”.

Civaka Navdewletî di derheqa hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de li ser xetê ye û bi helwesta PDKyê re hevnerîn e, ku divê hilbijartin bi awayekî azad, dadperwerane û şefaf bên kirin.

Piştî civîna Serok Barzanî bi Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê Thomas Seiler re, Seiler taybet ji K24ê re ragehand, “Birêveçûna piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê giring e û divê aliyên siyasî arêşeyan di nav xwe de çare bikin”.

Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê herwesa got, “Yekîtiya Ewrûpayê ji bo dana şêwrê ji piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê re amade ye. Em dixwazin siyasî çareyên arêşeyan di nav xwe de peyda bikin. Bizavên me yên diplomatîk bi UNAMIyê re li ser vê yekê berdewam in û em dixwazin alîkar bin. Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê giring in ji ber ku bê hilbijartin û hikûmeta nûhilbijartî mimkin nîne çaksaziyên rastîn bên kirin”.

Thomas Seiler amaje jî da, “Divê hilbijartin bi awayekî azad, dadperwerane û şefaf bin û li tevaya Herêma Kurdistanê bên kirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Min daxwaz ji tevaya serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye ku arêşeyan çare bikin û hilbijartinan bikin. Ev du sal in ku hilbijartin hatine rawestandin, ne du heftî ne. Eger hilbijartin neyên kirin, dê bandor li ser bingeha demokrasiya Herêma Kurdistanê hebe”.

Serok Barzanî gelek caran ragehandiye ku, PDK bi hilbijartinan re ye û PDK bi xwe pêşenga demokrasiyê û kirina hilbijartinan e. Serok Barzanî di civîna xwe ya bi Thomas Seiler re jî tekez kir, “Divê hemî arêşe û berbestên di rêya hilbijartinan de bên çarekirina û hilbijartin bi awayekî şefaf û dadperwerane û dûrî dîzaynên pêşwext bên kirin”.