Adil Baxewan: Hebûna Amerîkayê li Îraqê ji bo Kurdan giring e

Adil Baxewan
Adil Baxewan

Silêmanî (K24) - Birêveberê Navenda Fransayî ji bo Vekolînan li ser Îraqê dibêje, “Eger Amerîka bikare bi Sûdanî re lihevkirineke nû û berfireh îmza bike, hem di berjwendiya Herêma kurdistanê û hem jî di berjwendiya Îraqê de dibe”.

Birêveberê Navenda Fransayî ji bo Vekolînan li ser Îraqê Adil Baxewan taybet ji K24ê re ragehand, “Serdanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê ji bo Amerîkayê hem ji bo Îraqê û hem jî ji bo Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet heye”.

Birêveberê Navenda Fransayî ji bo Vekolînan li ser Îraqê amaje jî da, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê karekî gelek baş kir ku berî Serokwezîrê Îraqê serdana Amerîayê kir ji ber ku derfetek ji bo wan dozan peyda kir ên ku ji bo Herêma Kurdistanê giring in, ji bo ku Îdareya Amerîkayê bikare rasterast û nerasterast wan dozan bi Sûdanî re biazirîne”.

Adil Baxewan herwesa got, “Eger Amerîka bikare bi Sûdanî re lihevkirineke nû û berfireh li ser tevaya dozan îmza bike, dê hem di berjwendiya Herêma kurdistanê û hem jî di berjwendiya Îraqê de be ji ber ku bi wê manayê tê ku hebûna Amerîkayê li Îraqê awayekî din werdigire û zengîntir dibe”.

Navbirî tekez jî kir, “Çend Amerîka bi awayekî zengîn li Îraqê amade be, ji bo Herêma Kurdistanê baştir dibe ji ber ku wê demê hejmona milîşyayan dijwartir dibe”.