Sûdanî: Êdî DAIŞ li ser Îraqê ne gef e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê tekezê li ser bidawîanîna erkê hêzên hevpeymanan li Îraqê dike û dibêje, “Êdî DAIŞ li ser Îraqê ne gef e”.

Nivîsîngeha Ragehandina Serokwezîrê Îraqê eşkere kir, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya çavpêkeftineke bi hejmareke medyayên Amerîkayî û rojavayî de ragehandiye ku Îraq li ser encamên civîna Lijneya Bilind a Serbazî ya Bidawîanîna Erkê Hêzên Hevpeymanan pabend e”.

Serokwezîrê Îraqê amaje jî daye, “Peywendiyên me bi Amerîkayê re werçerxaneke giring tomar dikin û me di çarçoveya hevpariya navbera xwe de behsa danana berê binyatî ji bo peywendiyên aborî, siyasî û ferhengî yên tevgir kiriye”.

Sûdanî eşkere jî kiriye, “Êdî DAIŞ li ser Îraqê ne gef e, lewma karekî xwezayî ye ku em çavxişandinekê di peywendiyên xwe de bikin”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve ji bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmet, perlemanter û kertê taybet roja Sêşemê, 13ê Nîsana 2024ê, ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Amerîkayê ye. Sûdanî heta 19ê vê mehê li Amerîkayê dimîne. Herwesa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî yek ji endamên şanda Serokwezîrê Îraqê ye.