Gorekî bikom li Şingalê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê yê Şingalê, gorekî bikom li komelgeha Sîba Şêx Xidirî ya Şingalê ji aliyê Rêkxistina Petrîkoyê ya Mafên Mirovan ve hat dîtin.

Peyamnêrê K24ê yê Şingalê îro (Înî, 19ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Di dema amadekariyên qîrkirina rêyeke komelgeha Sîba Şêx Xidirî de, gorekî bikom hat dîtin ku ji sê terman pêk hatiye. Mimkin e ev gor ji bo serdema sala 2014ê û êrîşên DAIŞê yên li ser Şingalê vebigere”.

Rêkxistina Petrîkoyê ya Mafên Mirovan di vî warî de ragehand, “Di derheqa vê rûdanê de, em dê bi aliyên taybet ên vekirina gorên bikom re li ser xetê bin”.

Ev di demekê de ye ku heta niha ji 89 gorên bikom ên welatiyên Şingalê, 38 gor hatine vekirin û termên 160 welatiyan ji bo kesûkarên wan hatine vegerandin.

Herwesa 500 termên welatiyan ji bo Pizişkiya Dad hatine şandin ji bo ku pişkinîna DNA jê re bê kirin û nasnameyên wan bên eşkerekirin.

Teroristên DAIŞê li roja 03ê Tebaxa 2024ê êrîş kir ser Şingalê û Êzidiyên Şingalê û wê deverê jenosîd kirin.

Di wê êrîşê de, teroristên DAIŞê zêdetirî 6500 jin û zarokên Êzidî revandin û zêdetirî 350 hezar kesên din jî awareyî kempên Herêma Kurdistanê bûn. Herwesa nêzî 2500 Êzidiyan jî heta niha winda ne.