Rêbaz Mihemed: Livîna bazirganî li deriyên Herêma Kurdistanê tê eliktironîkirin

Rêbaz Mihemed
Rêbaz Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Veguhastinê yê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Kabîneya Nehê di stratejiya xwe de berdewam ji bo pêşxistina sîstema eliktironîkirinê kar kiriye, me jî wekî Wezareta Veguhastin û Gehandinê ji bo birêvebirin û çalakkirina piroseya veguhastinê li deriyên Herêma Kurdistanê peymanek bi kertê taybet re kiriye”.

Birêveberê Giştî yê Veguhastinê yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemed ji K24ê re ragehand, “Em îro konfiransekê li ser ragehandin û berçavkirina piroseya birêvebirina deriyên Herêma Kurdistanê bi awayekî eliktironî dikin ku GPS û tranzêtan vedigire”.

Rêbaz Mihemed amaje jî da, “Kabîneya Nehê di stratejiya xwe de berdewam ji bo pêşxistina sîstema eliktironîkirinê kar kiriye, me jî wekî Wezareta Veguhastin û Gehandinê ji bo birêvebirin û çalakkirina piroseya veguhastinê li deriyên Herêma Kurdistanê peymanek bi kertê taybet re kiriye. Herwesa em wesa difikirin ku ew derfet ji bo karkirina bi Hikûmeta Federalî re derfetekeke zêrîn e, em dikarin bi wê rêyê Herêma Kurdistanê ber bi rewşeke baştir bibin”.

Navbirî tekez jî kir, “Sîstema livîna bazirganî li hemî welatan hatiye guhertin, lewma em jî dixwazin bi wan pêşkeftinan re pêngavan biavêjin, ku bi rêya sîstema dîjîtalî û GPSê çavdêriya tevaya wan baran bikin ên ku tên Herêma Kurdistanê, ji bo ku zêdetir piştrastiyê bidin bazirganan û zêdetir çansê parastina berheman bi dest bixin”.

Birêveberê Giştî yê Veguhastinê yê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Piroseya tranzêtkirinê li sala 1990an rawestiyaye û Herêma Kurdistanê ji wê mijarê derkeftiye, ev cara yekê ye ku em li ser astê Îraqê sîstemeke zîrek ji bo çavdêrîkirin û birêvebirina wî kertî peyda dikin”.