Sûdanî: Giring e hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi tevlîbûna hemî pêkhatan bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê giring dibîne ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi tevlîbûna hemî pêkhatan û di çarçoveya lihevkirina siyasî de bên kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 30.04.2024) bi Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Omer Ehmed re civiya.

Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî di wê civînê de tekez li ser giringiya birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kiriye lê di çarçoveya lihevkirina siyasî de û bi tevlîbûna tevaya pêkhatan, herwesa bingehên dadperwerî û wekheviyê tê de bên parastin.

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Her di wê civînê de, Serokwezîrê Îraqê û Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê danûstandin li ser dawî amadekariyên komisyonê ji bo birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kirin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Ev helwesta PDKyê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên piroseya hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Ji verêja van biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê boykot bikin.