Zana Mela Xalid: Bêyî PDK’ê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê nayên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê Fraksiyona PDK’ê li Parlamentoya Kurdistanê dibêje, PDK bi ti awayî îradeya ferzkirî li ser gelê Kurdistanê qebûl nake. Tekez kir jî: “Bêyî PDK’ê hilbijartinên parlementoyê nayên kirin.”

Serokê Fraksiyona PDK’ê Zana Mela Xalid ji radyoya K24ê re got: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berê û niha jî ji bo hilbijartinan amade ye, lê ne amade ye ku îradeyeke ji derve li ser were ferzkirin, PDKê desthilata xwe ji gel wergirtiye.

Mela Xalid tekez kir: “Bêyî beşdariya PDKê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nayîn kirin.”

Derbarê paşxistina helbijartinan de jî diyar kir, ti pirsgirêkeke PDKê di diyarkirina rojekê ji bo hilbijartinan de nîne, lê divê têbîniyên wê li ber çav bê girtin, herwiha hejmara kursiyan jî ji bo PDKê ne giring e.

Mela Xalid amaje bi wê kir: “Hin alî li Herêma Kurdistanê hene dixwazin hertim qewareya Herêma Kurdistanê lawaz bikin û di dema borî de jî hewl ji bo vê yekê dabûn. Pirsa pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê jî, yek ji wan şanaziyan e ku dixwazin wê têk bibin.”

Serokê Fraksiyona PDK’ê tekez kir: “Em îradeya ku li ser gelê Kurdistanê hatiye ferzkirin qebûl nakin. PDKê vê ezmûna ku qurbanî ji bo wê dane, radestî neyaran nake.”

Derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got: “Li gorî berê, têgihîştina siyasî ya baştir di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê gelek erênî bû û gotûbêjên gelek erênî hatin kirin. Hewlêr û Bexda ketine qonaxeke nû ya danûstandinan.”