Li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hatin kirin

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ya Cizîrê, li dijî hesabên sexte yên ku pereyan ji bo hesabên bankan didan şandin, operasyoneke berfireh hat kirin û ev operasyon li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdem hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di van operasyonan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Gerînendehiya Ewlehiyê ya Cizîrê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku operasyona navborî ya li dijî hesabên sexte yên li bajarên Mêrsîn, Stenbol, Denîzlî, Enqere, Edene, Îzmîr, Samsûn, Dîlok, Gumuşhane, Êlih, Hatay, Sakarya, Nîgde, Konya û Mereşê jî hatine birêvebirin û di van operasyonên ku li dijî 39 navnîşanên cuda hatine kirin de 32 kes hatine binçavkirin û ji wan 32 kesan 9 jê hatine girtin.

Ji bo kesekî derketina derveyî welêt hatiye qedexekirin û bi şertê kontrola dadî serbes hatiye berdan, ji bo 4 kesên gumanbar jî biryara qefaltinê hatiye dayîn.

Hat diyarkirin ku van kesan di ser hesabên sexte re pere ji bo hesabên bankan dane şandin.