Şandeke Herêma Kurdistanê li Diyarbekirê bi saziyên sivîl, siyasetmedar û karsazan re hevdîtin pêk anîn

Şanda Herêma Kurdistanê li Diyarbekirê
Şanda Herêma Kurdistanê li Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Şandeke Herêma Kurdistanê li Diyarbekirê li gel saziyên sivîl, siyasetmedar û karsazan hevdîtin pêk anîn û di wan hevdîtinan de hat amajekirin ku pêdiviya Bakurê Kurdistanê bi aramî û pêşkeftinê heye ku di vî warî de hêviya raya giştî ya Bakur jî Herêma Kurdistanê ye.

Şandeke Herêma Kurdistanê li Diyarbekirê serdana Partiya Dad û Geşepêdanê Ak Partiye kir û di serdanê de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw amaje kir ku ew piştgiriya dubare destpêkirina pêvajoya çareseriyê dikin û rayedarên Ak Partiyê bal kêşa ku ew dixwazin peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê pêş bikevin.

Şivan Zirarî ku perlemanterê PDKyê yê Herêma Kurdistanê ye got, “Bê goman merema serdana me ew e ku em dixwazin têkiliyên bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêş bikevin ku piştî serdana Serokomarê Tirkiyeyê çaverê ne ku têkilî baştir bibin.”

Şanda Herêma Kurdistanê serdana DemPartî jî kir û ji ber serkeftina endamên wê di hilbijartinên 31ê Adarê pîrozbahî li DemPartîwan kir. Serdaneke din a şandeyêwê şandê jî bo Partiya Maf û Azadiyan HakPar bubû ku di vê serdanê de peyamên bo aştî û aramiya Bakurê Kurdistanê derketin pêş.

Paşa Akdogan - Birêveberê HAKPARê ragehand, “Em dixwazin ku êdî li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn bidawî bibin û her wiha em dixwazin bo vê yekê Herêma Kurdistanê jî roleke girîng bistîne ser milên xwe.”

Şanda Herêma Kurdistanê serdana hunermendê kurd ê peykersaz û şêwekar Gokhan Aslan jî kir û di serdana daw’indawîn a DiyarbekirDiyarbekirê de jî li gel rayedarên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê civînek pêk anî.

Standup: Şanda Herêma Kurdistanê bi karsaz, şaredar, siyasetmedar û hunermendan re hevdîtiinan pêk anî û daxwaz ji şandeyêşandê ew bubû ku careke din bo pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê bibin navbeynkar.