Cizîr.. Cihên ji ber lehiyê zirar dîtine tên paqijkirin

Cizîr
Cizîr

Diyarbekir (K24) - Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li Cizîrê dest bi paqijkirina cihên ji ber lehiya duhî zirar dîtine kirin.

Ji bo karesata lehiyê ya ku ji ber barana zêde ya li Cizîra navçeya Şirnexê rabû, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê tîmek ku ji 16 kesan pêk tê tevî gelek wesayîtan şand Cizîrê.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ji bo vekirina xetên qenelîzasyonên girtî, avahiyên zirar dîtî û paqijkirina kolanan yên li navçeyê bi hevparî dest bi xebatê kirin.

Hejayê gotinê ye, li Cizîra navçeya Şirnexê duhî (Şemî, 04.05.2024) ji sedema barana bihêz lehî rabûbû û gelek avahî, dikan û erebeyan zirar dîtibû.