Li Dihokê kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê hat danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê bi zêdetir ji neh milyar dînar li navenda bajarê Dihokê hate danîn.
Bi razemendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çavdêriya Parêzgarê Dihokê Elî Teter, îro 6ê Gulanê kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li navenda bajarê Dihokê bi zêdetir ji neh milyar dînar hate danîn.
Dr. Elî Teter di kongreyeke rojnamevanî de got: “Îro danê sibê biryara cîbicîkirina çend pirojeyên xizmetguzariyê li navçeyên Akrê, Berderaş û Sêmêlê hat dayîn. Emê bê cudahî li ser xizmetkirina hemû navçeyên parêzgeha Dihokê berdewam bin.”
Bi gotina Parêzgarê Dihokê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêkên ku li parêzgehan wan hebûn, çareser kirine.
Kabîneya Nehem di heyama xwe de zêdetirî 1.40 trîlyon dînar xerc kiriye; Li parêzgeha Dihokê zêdetir ji 950 projeyên curbicur di warên rê, elektrîk, av, çandinî, tenduristî û perwerdeyê de cîbicî kirine. Herwiha moleta veberhênanê dane 65 projeyên curbicur ku bi bihayê 1.88 trîlyon dînar hatine cibicîkirin.