Amerîka hevxemiya xwe ji bo şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê diyar dike

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar dike yên ku ji ber şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê zirar dîtine.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro (Duşem, 06.05.2024) hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar kir yên ku ji ber şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê li nêzî kela dîrokî ya Hewlêrê zirar dîtine û ew şewat wekî karesat wesifand.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê hêviya zû çarebûnê ji bo birîndarên rûdana şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir, herwesa destxweşî li Tîmên Bergiriya Şaristanî û Tîmên Tendisrustiyê kir ku bi bizavên xwe karî zirarên wê şewatê kêm bikin.

Şevêdî agir berbû Sûka Qeyseriya Hewlêrê, Tîmên Bergiriya Şaristanî û hêzên ewlehiyê bi bizavên xwe karî agirî kontirol bikin. Li dû dawî amaran, di wê şewatê de 227 dikan û 7 embarên kedkarên wê sûkê şewitîne.

Li dû zanyarên K24ê, 30 Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Navenda Bajarê Hewlêrê û derdora wê tevlî çalakiya kontirolkirina wî agirî bûbûn.