Herêma Kurdistanê ji aliyê dîplomatîk ve weke pêgeheke girîng serederî pê re tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ev du meh in tevgereke dîplomatîk a giran ji hêla rêberên Rojhilata Navîn ve tê meşandin. Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya wê jî beşeke giring a vê tevgerê ne û li ser asta navend û biryarderên giring pêşwazî li wan tê kirin.
Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Tehranê û hatina Recep Tayyîp Erdogan bo Hewlêrê, ew hemû nîşan didin ku Herêma Kurdistanê ji bûyeran dûrneketiye û di rewşên cuda de gotina wê heye û welatên herêmî û navdewletî jî raya Herêma Kurdistanê li ber çavan digirin.
Li Rojhilata Navîn ev du meh in tevgera dîplomatîk a giran tê meşandin û ev serdan weke peyama geşedanên nû yên li herêmê tên şîrovekirin.
Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê jî ji vê tevgera dîplomatîk ne dûr e. Di navendên biryardayînê yên cîhanê û herêmê de wek xwedî helwest hatine pêşwazîkirin û nirxandin. Ji serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Washingtonê û pêşwazîlêkirina ji aliyê Koşka Sipî û wezartên hestiyar ên Amerîka ve, heta serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bo Hewlêrê û civîna bi Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û herwiha serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Îranê û civîna bi Rêberê Bilind û Serokkomarê wî welatî re, nîşan didin ku li Rojhilata Navîn guhertinên siyasî, ewlehî û aborî li ser rê ne û Herêma Kurdistanê jî ji van guhertinan ne bêpar e û dê rola wê ya girîng hebe.
Ji aliyê din ve, biryar e di demeke nêzîk de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Hewlêrê bike û li ser mijarên girêdayî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tehranê gotûbêjan bike.
Yek ji mijarên sereke yên serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya di nîvê meha Nîsanê de bo Washingtonê, dîsa girêdayî Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên ku ji aliyê hikûmeta federal ve hatine çêkirin, bû.
Aborî, veberhênan, hevkariya dualî û berjewendiyên hevpar jî, mijarên serdanên serkirdeyên Rojhilata Navîn yên di van du mehên borî de bûn, ku berevajî serdanên klasîk ên berê yên serokên herêmê bû ku her dem pirsa ewlehiyê ji karên pêşîne bû.
Ev tevgera dîplomatîk li Rojhilata Navîn dikare bibe jana guhertinên rîşeyî û girîng li herêmê, lê guhertinên erênî û rêkxistina tevayî ya aborî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê jî beşeke girîng a vê tevgerê ye.