Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê: Rênimayên rêkxistina Sûka Qeyseriya Hewlêrê tên bicihanîn

Mesûd Kareş
Mesûd Kareş

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Vekolan li ser sedemên şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê berdewam in”. Herwesa dibêje, “Di eynî demê de rênimayên rêkxistina Sûka Qeyseriya Hewlêrê tên bicihanîn”.

Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê Mesûd Kareş ji K24ê re ragehand, “Hewlêr bi Kelê, Minareyê û Sûka Qeyseriyê navdar e, hikûmet giringiyeke zêde bi wan her sê cihan dide ji ber ku nasnameya bajarê Hewlêrê ne. Herwesa xelkê Hewlêrê jî ji ber şewitîna Sûka Qeyseriya Hewlêrê gelek dilgiran û xemgîn e”.

Mesûd Kareş herwesa got, “Li van nêzîkan encamên vekolanan tên eşkerekirin û sedema serekî ya şewatê ji bo tevaya xelkî tê ragehandin, sedemên şewatên sûkên bajarê Hewlêrê ji hev cuda ne”.

Navbirî behsa rênimayên şaredarî û qayimqamiyê jî kir ku pêdivî ye dikandar û kedkar bi cih bînin û got, “Bicihneanîna rênimayan ji aliyê dikandar û kedkaran ve yek ji sedemên şewatên sûkan e”. Tekez jî kir, “Hilawîstina perdeyan li dikanan sedemke serekî ya şewatan û belavbûna agirî ji bo dikanên rêza xwe ye, ev jî wesa dike ku kontirolkirina agirî mistehîl be”.

Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê di derheqa nûjenkirina dikanên Sûka Qeyseriyê de amaje da, “Xwediyên wan dikanên ku zirar negehiştiye wan dikarin dikanên xwe vebikin û dest bi kar û keda xwe bikin. Ji bo yên din jî, ew lijneya ku li Parêzgeha Hewlêrê hatiye pêkanîn ji bo çawaniya nûjenkirina dikanên şewitî li ser xetê ye”.

Mesûd Kareş amaje da wê yekê jî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema serdana xwe ya ji bo Sûka Qeyseriyê de kedkar piştrast kirine ku ew xemsariyê di nûjenkirina wê sûkê de nakin.

Navbirî di derheqa parastina ewlehiya Sûka Qeyseriyê de jî got, “Ew zêrevanên ku ji bo parastina Sûka Qeyseriya Hewlêrê hatine danan heta niha rolê xwe di parastina wê sûkê de wekî pêdivî negêraye, me pê baş e ku ewlehiya Sûka Qeyseriyê bi Asayîş û Polîsan bê spartin”.

Şeva 05.05.2024ê agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.

Piştî wê rûdanê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di derheqa şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê de eşkere kir, “Li dû dawî amar, ji zêdetirî çar hezar dikanan, 277 dikan û heft embarên biçûk ên sûka Qeyseriya Hewlêrê ji ber şewatê sotine û zirar gehiştiye wan”.

Umêd Xoşnaw amaje jî da, “Ji bilî zirarên madî, çi zirarên canî ji wê karesatê çê nebûne. Lê mixabin ji ber qerebalixa welatiyan li cihê wê rûdanê, 132 kes ji efser û karmendên Bergiriya Şaristanî, Asayîş, Polîs, kedkar û welatiyan birîndar bûn û saxlemiya hejmareke wan jî ji ber dûkela agirî têk çûbû lê her zû ji aliyê tîmên saxlemiyê ve li cihê wê rûdanê 117 kes hatin çarekirin û 15 kesên din jî ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê hatin veguhastin û çareseriya pêdivî jê re hat kirin”.