Civîneke berfireh ji bo bicihanîna raspardeyên Mesrûr Barzanî li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo bicihanîna ferman û raspardeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civîneke berfireh li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê hat kirin û tê de Parêzgerê Hewlêrê daxwaz kir ku bi lez dest bi pakijkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê bê kirin.

Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Sêşem, 07.05.2024) serperiştiya civîneke berfireh kir û tê de aliyên peywendîdar raspartin ku bi lez dest bi pakijkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê bikin.

Parêzgerê Hewlêrê di wê civînê de destxweşî li Tîmên Bergiriya Şaristanî, Polîs, Asayîş, Zêrevanî, Trafîk, Tendirustî, Şaredarî, Qayimqamiya Navendî, Polîsên Şaredariyê, Qeyranên Parêzgehê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Jîngehparêziyê kir ji ber ku ew bi erkê xwe rabûn û bizav ji bo kontirolkirina wî agirî kir û di hawara dikandar û zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê çûn.

Umêd Xoşnaw herwesa tekez kir ku ew sûk bi lez bê pakijkirin û vekirin, herwesa aliyên peywendîdar raspartin ku lijneyeke hunerî ji bo xeminanaina nûjenkirina wan dikan û cihan pêk bînin ên ku ji ber şewatê zirar dîtine.

Navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku lijneya vekolan û lidûçûnê lezê di eşkerekirina sedemên wê rûdanê de bike.

Parêzgerê Hewlêrê di tewerekî din ê wê civînê de Serokatiya Şaredariyê, Bergiriya Şaristanî û Birêveberiya Kareba Hewlêrê ji bo rakirin û nehêlana tevaya zêdegavî û serpêçî û hemî metirsiyên ku dibin sedema şewatê destûr dan.

Şeva 05.05.2024ê agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.

Piştî wê rûdanê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw eşkere kir, “Li dû dawî amar, ji zêdetirî çar hezar dikanan, 277 dikan û heft embarên biçûk ên sûka Qeyseriya Hewlêrê ji ber şewatê şewitîne û zirar gehiştiye wan”.