Lijneyeke Civata Nûnerên Îraqê lêkolînê li ser şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê dike

Sûka Lengeyê ya Hewlêrê piştî şewitî
Sûka Lengeyê ya Hewlêrê piştî şewitî

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê lijneyeke lêkolînê ji bo şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê pêk tîne, bi merema zanîna sedema wê şewatê.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê îro (Pêncşem, 09.05.2024) di ragehandinekê de eşkere kir ku, Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî lijneyeke lêkolînê ji bo rûdana şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê pêk tîne, bi merema lidûçûn û eşkerekirina “rastiyên wê rûdanê”.

Heta niha diyar nîne sedema şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê çi bû ku nêzî seet 09:30 ê şevê (Yekşem, 05.05.2024) rû da û 228 dikan û heft embar şewitîn.

Niha piroseya pakijkirina wê sûkê hatiye destpêkirin û pêşbînî tê kirin ku ji bo heftiyekê berdewam be.

Piştî wê rûdanê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û kedkarên wê piştrast kirin û jê re got, “Em xemsariyê di nûjenkirin û qerebûkirina zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê de nakin”.

Li dû amarên Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê, li sala 2024ê neh şewat li navenda Hewlêrê qewimîne:

1.    Şewitîna dikanekê li sûka Ronakiyê ya Hewlêrê li roja 17.02.2024ê.

2.    Şewitîna çend embaran li Devera Pîşesaziyê ya bakurê bajarê Hewlêrê li roja 23.02.2024ê.

3.    Şewitîna pareke Sûka Lengeyê li roja 27.02.2024ê.

4.    Şewitîna embarekê li nêzî Devera Pîşesaziyê ya bakurê bajarê Hewlêrê li roja 09.03.2024ê.

5.    Şewitîna çend dikanan li sûka fermanberên bajarê Hewlêrê li roja 13.03.2024ê.

6.    Şewitîna çar embaran li Quştepeya Hewlêrê li roja 27.03.2024ê.

7.    Şewitîna çend dikanên Sûka Lengeyê ya Hewlêrê li roja 08.04.2024ê.

8.    Şewitîna hejmareke dikanên Sûka Şêxelayê ya Hewlêrê li roja 23.04.2024ê.

9.    Şewitîna pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê li roja 05.05.2024ê.