Serokê Herêma Kurdistanê û şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê dicivin
Serokê Herêma Kurdistanê û Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê di çarçoveya civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê de pesna ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û pirrengiyê li Herêma Kurdistanê kir û Herêma Kurdistanê wekî hevpareke giring a Amerîkayê hesiband.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîvroya îro (Pêncşem, 09.05.2024) pêşwaziya Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokrasî û Mafên Mirovan Azra Ziba kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, di civînekê de ku Balyoza Amerîkayê li Îraqê û hejmareke berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê tê de berhev bûbûn, tekez li ser parastina mafên mirovan û berdewamkirina demokrasî û azadiyan li Herêma Kurdistanê hat kirin. Herwesa danûstandin li ser rol û bandorên rêkxistinên nehikûmî di civakê de û rewşa aware û penaber û pêkhatan jî hat kirin.

Di wê ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hin têbînî û kêm û kasiyên di warên mafên mirovan û azadiyan de li hev guhertin û li ser giringiya berdewamkirina alîkariyên hevpar ên aliyên peywendîdar ên her du aliyan ji bo baştirkirina wan waran li Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn, herwesa tekez li ser berdewamkirina nirxên hevpar û parastina mafên pêkhatên neteweyî û dînî jî kir”.

Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê pesna ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û pirrengiyê li Herêma Kurdistanê kir, herwesa berheviya aliyên peywendîdar ên welatê xwe jî ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê pêxemetî berdewamkirina warên mafên mirovan û azadî û demokrasiyê û rolê qanûnê diyar kir û Herêma Kurdistanê wekî hevpareke giring a Amerîkayê hesiband.