Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê diçe Sûka Qeyseriya Hewlêrê û hevxemiya xwe diyar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê diçe para şewitî ya Sûka Qeyseriya Hewlêrê û hevxemiya xwe û welatê xwe ji bo wê rûdanê diyar dike.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê bi wekalet li Hewlêrê Erman Topcu îro (Pêncşem, 09.05.2024) bi Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan Aydin Marûf re çû cihê şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li ser tora civakî ya Xê belav kiriye, “Em ji ber wî agirê berbûye sûka dîrokî ya Qeyseriya Hewlêrê ku mîratê ferhengî yê sedsalî yê Hewlêrê ye xemgîn in, lewma min ji nêz ve serdana wê sûkê kir”.
Erman Topcu herwesa got, “Me wekî her car berhevî û piştgiriya xwe ji bo wê rewşa çê bûyî tekez kir”.
Şewata sûka dîrokî û ferhengî ya Qeyseriya Hewlêrê li şeva 05.05.2024ê rû da. Tevî ku 228 dikan û heft embar şewitîn û 132 kes jî birîndar bûn, Tîmên Bergiriya Şaristanî hemî bizavên xwe kirin ji bo ku wî agirî kontirol bikin û ziraran kêmtir bikin.