Azra Ziba: Em şanaziyê bi hevpariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokrasî û Mafên Mirovan radigehîne, “Em şanaziyê bi hevpariya xwe ya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re dibin”.
Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokrasî û Mafên Mirovan Azra Ziba li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Şanazî ye ku em bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyan, me danûstandin li ser mafên mirovan û lihevkirina Şingalê û bicihanîna wê lihevkirinê û vegeriyana awareyan û giringiya hilbijartinan kirin”.
Azra Ziba herwesa nivîsiye, “Amerîka şanaziyê bi hevpariya xwe ya dîrokî û dêrîn ya bi Herêma Kurdistanê re dibe, ku di çarçoveya qurbanîdanê de li beranberî diktatoriyê û rûbirûbûna DAIŞê me herdem pêkve hevparî hebû”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Pêncşem, 09.05.2024) pêşwaziya Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokrasî û Mafên Mirovan Azra Ziba kir.
Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de ku Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski jî tê de berhev bûbû, danûstandin li ser berdewamkirina peywendiyên dualî û parastina mafên mirovan û pêkhatan û pêşxistina ferhenga pêkvejiyana aştiyane û azadiya dînî û asayîkirina rewşa Şingalê hatin kirin.