4 şervanên HSDê li rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrişa xwekujî ya çekdarên DAIŞˊê û êrişa hêzên hikumeta Şamê de, 4 şervanên HSDˊê li rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, çeteyên DAIŞˊê duhî êvarê otomobîleke bombebarkirî li nêzîk xaleke leşkerî ya li bajarokê Şihêlê yê li rojhilatê Dêrazorê teqand.

Li gorî daxuyaniya HSDê, di encama teqînê de, 3 şervanên HSDê hatin kuştin û 7 şervan jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, dema ku şervanên HSDê birîndar radikirin ku bibin nexweşxaneyê, hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê ji rojhilatê çemê Firartê ve, şervan kirin armanc û di encamê de şervanekî din hate kuştin.