Fehmî Burhan: Li Iraqê zîhniyetek heye nikare kurdan weke hevparekî rasteqîne bibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ragihand, “Dem hatiye ku em pirsgirêkên xwe bi hikûmeta Iraqê re çareser bikin, ji ber ku li Iraqê zîhniyetek heye nikare kurdan weke hevparekî rasteqîn bibîne.”

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan ji K24ê re ragihand, “Dem hatiye ku em pirsgirêkên xwe bi hikûmeta Iraqê çareser bikin, ji ber ku eger em wan pirsgirêkan çareser nekin, gelek pirsgirêk hene ku dê helawistî bimînin.”

Fehmî Burhan got jî: “Kêşeyên ku bi hikûmeta Îraqê re nehatine çareserkirin, gelek zêdetir in ji wan kêşeyên ku hatine çareserkirin, ji wan jî madeya 140.”

Herwiha got: “Dibe ku kêşeyên Pêşmerge, petrol, gaz, bûdce û mûçe çareser bibin, lê tiştê ku divê Kurd dest jê bernedin, pirsgirêka xwe ya navendî ye. Ez li pirsê ji serkirdatiya Kurd dikim, proseya azadkirina Iraqê, çi ji Kurdan re tê de hebû?”

Fehmî Burhan got: “Ya ku nahêle pirsgirêk çareser bibin, zîhniyeta ku dewleta Iraqê li ser hatiye avakirin. Zihniyetek e nikare Kurdan weke hevparê xwe yê rasteqîne bibîne.”

Herwiha got: “Kiryar, pêngav û hizra hikûmeta Iraqê ne tenê ji bo lawazkirina madeya 140 û Kerkûkê ye, belku dixwaze 4 parêzgehên ku hikûmeta me lê heye lawaz bike.”

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî tekez kir, Iraq nikare Bexda, Besra û Mûsilê weke Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bipêş bixe, lê dikare Hewlêr, Silêmanî û Duhokê weke wan deveran bi paş de bixe.”