Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna Encûmena Bilind a Desteya Bawerîdana bi Dezgeh û Bernameyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serperiştiya civîna yekê ya Encûmena Bilind a Desteya Bawerîdana bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwandina Bilind dike û biryarê bi pêkanîna Desteya Bawerîdana bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwandina Bilind dide.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Desteya Bawerîdana bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwandina Bilind li Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 12.05.2024) serperiştiya civîna yekê ya wê encûmenê kir, piştî ku dest bi bicihanîna qanûna wê civatê û peyrewê navxwe kir.

Di wê civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî tê de amade bûbû, danûstandin li ser encamên wê encûmenê hatin kirin ku ew jî karkirin e pêxemetî parastina kalitiya perwerdeyê û xwandina bilind li Herêma Kurdistanê, bi rêya berdewamkirina çanda helsengandinê û liberçavwergirtina mîkanîzm û pîverên navdewletî, piştî guncandina wê bi rewşa herêmê re bi awayekî ku hejî bicihanînê be, bi niyeta bilindkirina astê perwerdeyê û zanistî yê dezgeh û bernameyên xwandinê.

Li destpêka wê civînê, armanc û standard û pilanên Desteya Bawerîdana bi Bernameyên Navendên Xwandinê li ber ronahiya peyrewê pejirandî yê wê encûmenê hatin berçavkirin.

Piştî danûstandinan û lihevguhertina dîtin û nerînan, Encûmena Bilind biryar li ser damezrandina Desteya Bawerîdana bi Dezgeh û Bernameyên Perwerde û Xwandina Bilind û destnîşankirina endamên wê desteyê da, paşî Sikirtêrê Giştî yê wê desteyê hat destnîşankirin û pilan û stratejî û siyaseta karên wê desteyê jî hatin pejirandin.