Parêzgarê Dihokê bi aliyên peywendîdar re behsa cîbicîkirina projeya rûbarê Hişkero dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter, civîneke taybet ji bo şopandina dîzaynkirin û cîbicîkirina pirojeya rûbarê Hişkero ligel rêveberên dezgehên pêwendîdar hat kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Parêzgariya Dihokê, piştî gotûbêjkirina nexşe û dîzaynkirina projeya rûbarê Hişkero, biryar hat dayîn, piştî bidawîbûna dîzayna dawî, kevirê bingehîn ê projeyê di demeke nêzîk de bê danîn.

Parêzgarê Dihokê tekez li ser wê yekê kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî giringiyeke taybet dide vê projeyê û pêwîst e di zûtirîn dem de, nexşeya dawî û guhertinên pêwîst bên kirin û di demeke nêzîk de bikeve warê cibicîkirinê.

Parêzgarê Dihokê herwiha bi pêwîst dibîne ku dîzayna nû ya projeyê li gorî pîvanên navdewletî û şaristanî were cîbicîkirin û xwezaya derdora çem were parastin, ku bedewiyeke taybet dide Dihokê û sûda wê ji sektora geştiyariyê re dibe.