Şehîdên êrîşa teroristî ya li ser bingeha PDKyê li Qereçûxê hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Şehîdên karesata teroristî ya xwînawî ya li ber deriyê bingeha liqa 23ê ya PDKyê li Qereçûxê bi serbilindî ve hatin bibîranîn”.

Parêzgeha Hewlêrê îro (Duşem, 13.05.2024) ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Bi berhevbûna Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Hewlêrê Piştîwan Sadiq, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û binemal û kesûkarên serbilind ên şehîd û birîndarên wê rûdanê, li hola Şehîdan a bingeha Liqa 23ê ya PDKyê, bîranîna 17 saliya karesata teroristî ya xwînawî ya roja 13.05.2007ê li jêr navnîşanê “Ew roja xwîn li Qereçûxê diherikî” hat kirin”.

Li roja 13.05.2007ê, di êrîşeke xwekujî ya teroristî de ku bingeha Liqa 23ê ya PDKyê ya Mexmûrê û qayimqamî û birêveberiyên polîsan û trafîkê yên wê qezayê kirin armanc, 37 kes ji Pêşmerge û kadirên PDKyê û polîs û karmendên hikûmetê û welatiyên sivîl ên wê qezayê şehîd bûn û nêzî 130 kesên din jî birîndar bûn.