Parêzgerê Hewlêrê û endameke Civata Lordên Brîtanyayê danûstandinan li ser pêşxistina kertê perwerdeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Civata Lordên Brîtanyayê û Parêzgerê Hewlêrê danûstandinan li ser pêşxistina kertê perwerdeyê û xwandinê li Herêma Kurdistanê dikin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 13.05.2024) bi amadebûna Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Goldman li dibistaneke Sterlingê ya Brîtanyayî pêşwaziya Endama Civata Lordên Brîtanyayê Nûşîne Mubarek kir.
Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, di wê civînê de birêveberên bicihanînê yên cîhanî û Îraqî û Kerkûkî yên kompaniya perwerdeyê ya Sterlingê ya Brîtanyayî û Birêveberê Giştî yê Dibistanên Îşq û Nîlûferê li Hewlêrê ku pareke dibistanên kompaniya navbirî ye amade bûn.
Parêzgerê Hewlêrê û Nûşîne Mubarek li ser pêşxistina kertê perwerdeyê li Herêma Kurdistanê bi giştî û li Hewlêra paytext bi taybetî, herwesa li astê perwerdeyê yê dibistanên kompaniya navbirî danûstandin kirin.