HRW: Girtina kampên koçberan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewlehiya koçberên Şingalê dixe metirsiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan “Human Rights Watch” di raportekê de ragihand, pêngava Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bo girtina kampên koçberan li Herêma Kurdistanê, ku nêzîkî 157 hezar kes di 23 kampan de dijîn, metirsiyê li ser ewlehiya koçberên Şingalê çêdike.

Human Rights Watch (HRW) got: “Astengiya herî mezin li pêşiya vegera xelkê Şingalê ew e ku hikûmetê bi awayekî baş qerebû nedaye wan, ji nû ve avakirina bajêr piştguh kiriye û rewşa ewlehiyê ya bajêr ne aram e. Bi dehan girûp û milîsên çekdar li bajar û derdora wî hene û bûne sedema bêaramiyê ku piraniya koçberan jiyanali kampan ji vegera bo deverên xwe, baştir dibînin.”

Derbarê biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo girtina kampên koçberan de, lêkolînera Iraqî di HRW de Sara Senber got, piraniya xelkê Şingalê ji sala 2014an ve li kampan dijîn, mafê wan e bi serbilindî vegerin deverên xwe. Lê divê vegera wan bi dilxwazî ​​be û parastî be û divê xizmetguzariyên geşepêdana mirovî û ewlekarî li deverên wan bê dabînkirin.”

Herwiha Sara Senber tekez kir, “tirs heye ku biryara hikûmetê Iraqê ya vegerandina koçberan bo naveyên wan, rewşa wan xirabtir bike.”

Ev yek di demekê de ye, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragiahndibû, ew ê kar bikin ku heta dawiya meha Tîrmehê hemû koçber vegerin navçeyên xwe.

Nêzîkî 10 salan di ser koçberbûna xelkê Şingalê û deverên din ên sunneyan bo Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Niştecihên van deveran ji ber gefên DAIŞê koçber bûne, lê niha ji ber sedemên cuda nikarin vegerin warên xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew amade ye ji bo vegerandina koçberan, alîkariya hikûmeta federal bike, lê bi mercê ku aramî li navçeyên wan bê peydakirin û mafên wan bên garantîkirin.

Piştî derbasbûna zêdetirî 10 salan di koçberbûna wan û 7 salan di ser ragihandina serkeftina li dijî DAIŞê, lê gelek koçber ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê nikarin vegerin warên xwe.

Piştî 4 salan ji îmzekirina rêkeftina Şingalê, lê heta niha hikûmeta Iraqê ew rêkeftin cîbicî nekiriye, ku rê dide rewşa Şingalê asayî bibe û gund û deverên derdora wê bên avedankirin.

Her wiha gelek koçber ji ber nêrînên siyasî, ji aliyê komên çekdar ve rêgirî li vegeran wan bo Şingalê û deverên din ên Deşta Neynewayê tê kirin.

Di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ew piştevaniya vegera koçberan bo navçeyên xwe dike û ji bo vê mebestê jî amade ye bi hikûmeta Iraqê hevahengiyê bike, lê bi mercê ku ev mijar ji çarçeweya siloganan derkeve û şert û mercên vegera koçberan peyda bike, keşeke ewle û aram li deverên wan dirust bike û deverên wan avedan bike.