Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê re dicive

Nêçîrvan Barzanî û Fayeq Zêdan
Nêçîrvan Barzanî û Fayeq Zêdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan re dicive û pesna rolê Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îraqê dike.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 14.05.2024) di civînekê de bi Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan re pesna bizav û rolê wî di çarekirina arêşeyên welatî de kir.

Di pareke din a wê civînê de, behsa serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehranê û hevdîtin û civînên wî bi serkirdetî û berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê re hat kirin, herwesa danûstandin li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û dawî pêşhatên danûstandinên navbera wan ji bo çarekirina arêşeyan hatin kirin.