Sûdanî pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Sûdanî li Bexdayê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê dike û bi hev re dicivin”.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro (Sêşem, 14.05.2024) peyamek parve kir û tê de ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û bi hev re civiyan”.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê çi zanyarên din li ser hevdîtina Serokwezîrê Îraqê û Serokê Herêma Kurdistanê diyar nekirine.

Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê Şivan Cebarî îro (Sêşem, 14.05.2024) got, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd Humadî re civiya”.

Şivan Cebarî herwesa got, “Serokê Herêma Kurdistanê ji bo sê hevdîtin û civînan serdana Bexdayê kiriye ku yek ji wan bi Serokê Dadgeha Federalî re bû ku ji bo dema nîv seetê vekêşa”.

Navbirî herwesa got, “Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê re di civînê de ye û ji bo êvarê jî dê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve mêvandariya wî bê kirin”.

Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê ron jî kir, “Du pirsên giring di karnameya vê serdanê de hene, yek ji wan girêdayî mûçe û budce û pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî de ye. Pirsa duyê jî girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ye”.

Şivan Cebarî bal kêşa ser wê yekê jî ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Sûdanî re her îşev vedigere Herêma Kurdistanê.