Stephen Turner: Amerîka dixwaze jêrxaneya enerjiyê ya Herêma kurdistanê bihêztir bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekî Copoletîk û Şêwirmendekî Bazirganiya Navdewletî amajeyê dide, “Dema wê yekê hatiye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê yekser bê destpêkirin, ji bo vê meremê jî divê biryar li ser wê yekê bê dan û Amerîka jî dixwaze Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma kurdistanê ji bo vê meremê nêzî hev bibin”.
Şirovekarê Copoletîk û Şêwirmendê Bazirganiya Navdewletî Stephen Turner duhî (Çarşem, 15.05.2024) ji K24ê re got, “Pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bûye pirseke navdewletî û xasma ji bo Amerîkayê, ji bo vê meremê jî Amerîka Îraqê pal dide ku ji bo hinardekirina petrolê alîkar be”.
Stephen Turner amaje jî da, “Amerîka dixwaze nîşanî Îraq û Herêma Kurdistanê bide ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê giring e”.
Navbirî ron jî kir, “Amerîka dixwaze Îraq pişta xwe bi petrola Herêma Kurdistanê bibeste û pêdivîtiyên xwe pê pir bike”.
Wî Şirovekarê Copoletîk û Şêwirmendê Bazirganiya Navdewletî behs jî kir, “Petrol ji bo Herêma Kurdistanê giring e ji ber ku çavkaniyeke wê ya xwezayî ye û ji bo abor û seqamgirî û jîn û jiyara welatiyan giring e”.
Stephen Turner bal kêşa ser wê yekê jî ku Amerîka dixwaze enerjî û jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bihêztir bike û dixwaze ji bo wê biselimîne ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke gelek baş a Amerîkayê ye”.