Apikur serdana Geoffrey Pyatt ji bo Hewlêr û Bexdayê giring û pêdivî dibîne

Logoya Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur)
Logoya Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur)

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) pêşwaziya serdana Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Hewlêr û Bexdayê dike û amadehiya kompaniyên endamên xwe ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tekez dike.

Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) Myles B. Caggins di ragehandinekê de pêşwaziya serdana Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Geoffrey R. Pyatt ji bo çavkaniyên enerjiyê yên Îraq û Herêma kurdistanê dike û wekî “amajeyeke bihêz û pêdivî” binav dike ji bo ku berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê “dest bi bicihanîna armancên xwe bikin ku wan bi xwe pêştir amaje pê daye û hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê dîsa dest pê bike”.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Payet duhî (Çarşem, 15.05.2024) bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya û biryar e îro (Pêncşem, 16.05.2024) serdana Hewlêrê jî bike û bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) got, “Civînên wî berpirsê Amerîkayî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re berdewamiya wan danûstandinan in ên ku pêştir li Waşinton û Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê hatibûn kirin”.

Li dû ragehandina Apikurê, têbîniya wê yekê kiriye ku berhemanîn û hinardekirina petrolê li Herêma kurdistanê kêm bûye, di demekê de dikare alîkara Îraq û Wezareta Petrolê be ji bo ku bi zûtirîn dem di warê hinardekirina petrolê de bigehe armanca xwe.

Myles B. Caggins herwesa got, “Kompaniyên endamên Apikurê tekezê dikin ku ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê amade ne, ev jî tevî gehiştina lihevkirinekê ku tê de piştrastî li ser wergirtina pereyê hinardekirina petrolê di dema borî û paşerojê de jî bê dan. Tevî wê yekê jî, şert û peymanên me yên aborî û bazirganî parastî bin. Bi vî awayî destpêkirina hinardekirina petrolê dê feyde ji bo hemî welatiyên Îraqê û hevparên wan hebe”.

Wekî ku Berdevkê Apikurê amaje daye, serdana Geoffrey R. Pyatt ji bo Hewlêr û Bexdayê “giringiya destpêkirina yekser û hevahengiya navbera hemî aliyên peywendîdar û hevpar ji bo destpêkirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê diyar dike”.

Di pareke din a wê ragehandinê de tekez hatiye kirin ku, “kompaniyên endamên Apikurê ji bo çarekirina wê rewşa ji destpêkirina hinardekirina petrolê çê bûye dilgerm in û pêşwaziya her vexwandineke fermî ji bo tevlîbûna di wê piroseyê de dikin”.