Li Şirnexê 40 gumanbar di operasyonekê de hatin binçavkirin

Şirnex
Şirnex

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku li Şirnex û navçeyan hat kirin de, 40 gumanbar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve tê kirin de, danê sibehê ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ve li navenda Şirnex û navçeyan operasyoneke hemwext hat lidarxistin.

Di operasyona ku polîsên tevgera taybet piştgiriyê didin de, heta niha 40 gumanbar hatin binçavkirin. Hat dîyarkirin jî ku operasyon berdwam dike.