Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Gulanê pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski amade bû, guftûgo li ser geşepêdana sektora enerjiyê, derfetên bikaranîna enerjiya paqij û nûjen û pilan û projeyên ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Her du alî li ser giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê hevnêrîb bûn, ku ji ber rawestandina wê, bi milyaran dolar ziyan gihîştiye dahata Iraqê.
Piştî civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana santrala Mass Global li Pîrdawid û westgeh û kêlgeha Xurmele ya girêdayî Kar Group li parêzgeha Hewlêrê kirin.
Piştre di konferanseke rojnamevanî de, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî bikaranîna enerjiya paqij û berçavgirtina parastina jîngehê û sînordarkirina pîsbûna hewayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, cihê kêfxweşiyê ye ku Amerîka giringiyê dide pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike, da ku em karibin di van waran de gavên baştir û pêşketinan bi dest bixin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî ya di çarçoveya Iraqeke federal de nîşan da.
Got jî: “Ez kêfxweş im ku dibînim ku pîşesaziya enerjiyê li vê herêmê pêşkeftî ye û di asta standardên navneteweyî de ye. Dema ez li dîmenê dinêrim, gelek deverên hilberîna petrolê yên li Amerîkayê tîne bîra me, vir mîna Oklahoma biçûk e.