Geoffrey Pyatt: Qebareya enerjiya Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûna enerjiya tevahiya Iraqê girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt ragihand, ew bi hêvî ne ku careke din pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîka bikin û berdewam bin li ser karkirina li ser armanceke ku ji bo wî pir girîng e.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt îro 16ê Gulanê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, serdana santrala Mass Global li Pîrdawid û westgeh û kêlgeha Xurmele ya girêdayî Kar Group li parêzgeha Hewlêrê kir.
Herêma Kurdistanê wek Oklahomayeke biçûk e
Pyatt got: “Gelekî spas bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vexwendina min û Balyoz Romanowski bo dîtina beşek ji Herêma Kurdistana Iraqê. Divê ez bibêjim ku seredana îro bandorek bihêz li min dike. Di warê qebareya enerjiyê ya vê herêmê de, ji bo serxwebûna enerjiyê ya tevahiya Iraqê girîng e. Ji bilî vê yekê em dibînin ku heta radeyekê em hemû di heman kêşeyan re derbas dibin. Min di civîna me de got, ev ji min re mîna Oklahomayek biçûk e, ku gelek deverên hilberîna petrolê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tîne bîra me.
Herwiha got: “Ez kêfxweş bûm ku bi serdana senterala Mass Global bikin ku yek ji girîngtirîn hevkarên cîhanî yên GE Vernova ye, ew jî ji kompanyayên me yên herî pêşkeftî yên enerjiya paqij, ewlekariya enerjiyê û veguheztina enerjiyê ye.”
Pyatt got: “Ji bo me handan bû ku ji Mass Global bibihîzin ku ew çi li Herêma Kurdistanê û li seranserê cîhanê, heta li Ewropayê jî dikin. Ev nîşan dide ku pîşesaziya enerjiyê ya herêmê çawa standardên cîhanî pêk tîne. Heman tişt ji bo Xurmele jî derbas dibe û ez dixwazim spasiya Şêx Baz bikim ku behsa xebata vê kargehê kir.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê destnîşan kir, pir kêfxweş e ku ji Şêx Baz dibihîsin ku ev grûp çi dike, ji bo bandora hilberînerên neft û gazê li ser keşûhewa kêm bike, bi kêmkirina gazên zirardar û rawestandina şewitandina gazan.
“Amerîka bi salan piştgirî da Iraqekê ku serwerî û demokrasiyê bipêş dixe.”
Pyatt got: “Îraq yek ji girîngtirîn berhemhênerên enerjiyê li cîhanê ye û karîna wê heye ku di bikaranîna van çavkaniyan de ji bo berjewendiya hemû welatiyên xwe pir bikêrtir be, herwiha şiyana kompanyayên Iraq û Kurdistanê zêde bike, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji welatiyên Iraqî re.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê diyar kir: “Amerîka bi salan e hewl daye ku piştgirî bide Iraqekê bike ku serwerî, pêşkeftin û demokrasiya xwe bi pêş ve bibe.”
Herwiha ragihand, “Ev yekem serdana min e bo Hewlêrê û tiştê ku min ji vê serdanê bidest xist, hesteke bihêz e li ser giringiya karê ku konsulê me yê li vir dike.
“Ez bi hêvî me ku careke din pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bikim”
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê got: “Em gelek dilgeş in li ser derfetên berdewamkirina pêşxistina pêwendiya xizmetguzarî ya girêdayê enerjiyê di navbera Amerîka û Iraqê de. Lê bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku li vir hevkarên me hene ku giringiyê didin peywendiyên xwe yên bi Amerîka re, hevkarên me yên pîşesaz têdigihin ka kompanyayên Amerîkî çawa kar dikin û çawa berjewendiyek me ya hevbeş heye di avakirina bextewarî û aramî de.
Herwiha got: “Ez hêvîdar im ku li ser van derfetan guftûgo bikin û careke din pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bikim û li ser karekî berdewam bin ku ji bo min peywendiyeke gelek girîng e. Ev jî aliyekî gelek girîng e ji peywendiyên me yên giştî bi Iraqê re. Ji ber vê yekê gelek spas û ez gelek kêfxweş im ku karê xwe berdewam bikim û tîma ku bi min re ji Washingtonê serdana kiriye bi heman awayî, ew jî kêfxweşî û pabendbûna min dubare dikin ku em bi hev re di vî warî de kar bikin.