Israîl lihevkirina bazirganiya azad a bi Tirkiyeyê re hildiweşîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Darayî yê Israîlê Bezalel Smotrich radigehîne, “Wekî rengvedan ji bo biryara Serokkomarê Tirkiyeyê ya li ser rawestandina hinardekirinê ji bo Israîlê, em lihevkirina bazirganiya azad a bi Tirkiyeyê re hildiweşînin û baca 100% li ser hawirdekirina Tirkiyeyê disepînin”.

Li destpêka vê mehê Tirkiyeyê ragehandibû ku di dema serhildana şerê navbera Israîl û Bizava Hemasê de, hinardekirina kelûpelan ji bo Israîlê rawestandiye, ev jî ji ber xirabtirbûna karesatên mirovî li deverên Filistînê bûye.

Lê Wezareta Bazirganî ya Tirkiyeyê ragehand, “Sê meh ji bo bicihanîna fermanên niha bi rêya welatê sêyê li ber destê kompaniyan hene”.

Bezalel Smotrich di beyannameyekê de ragehand, “Biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya li ser rawestandina hawirdekirina kelûpelan ji bo Israîlê binpêkirina lihevkirinên bazirganî yên navdewletî ye ku Tirkiye pabendî wan bûye”.

Navbirî herwesa got, “Eger welatiyên Tirkiyeyê di dawiya gera serokatiya Erdogan de serkirdeyekî hevseng hilbibêjirn ku kerb ji Israîlê venebin, hingê mimkin e em vebigerin ser rêya bazirganiyê bi Tirkiyeyê re”.

Li dû pilana Smotrich, hemî ew bacên gomirkî yên ku hatibûn kêmkirin li ser wan kelûpelên ku ji Tirkiyeyê bo Israîlê tên hawirdekirin li dû lihevkirina bazirganiya azad bûn lê niha tên hilweşandin, di eynî demê de her berhemekê ji Tirkiyeyê bo Israîlê bê hawirdekirin dê bi rêjeya 100% bac li ser bê danan.

Di wê ragehandinê de hatiye, Wezaretên Darayî, Aborî û Karûbarên Derve jî pêngavan ji bo bilindkirina astê berhemanînê li Israîlê û di eynî demê de pirrengkirina çavkaniyên hawirdekirinê ji bo kêmkirina piştbestinê bi Tirkiyeyê re diavêjin”.