Li Diyarbekirê hosteyê dawî bazinên hesîr çêdike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bazinê Hesîr ê ku piştî xebatên qadên bazirganî û zêrîngeriyê yên Diyarbekirê, ji par ve li ser navê bajêr hatiye qeydkirin, bi navê ‘Hesîrê Diyarbekirê’ li cîhanê jî navdar bûye. Li Diyarbekirê hosteyê dawî yê ku bazinên hesîr ên ji zêr, zîv û baqir çêdike; hem ji bo qada zîvingeriyê hem jî ji bo qada zêrîngeriyê kedeke bêhema dide.

Hesîrê Diyarbekirê ango bazinê hesîr ku ji bilî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li cîhanê jî nav û dengên xwe belav kiriye, di nav tiliyên hoste Şaban Şukruoglû de têl bi têl tê hûnandin. Bazinê hesîr ku di serdemên berê de wekî zîneta sereke ya xanim û xatûnên Kurd dihat zanîn, êdî bi destên hosteyên dawî re hebûna xwe diparêze.

Hosteyê bazinên hesîr Şaban Şukruoglû ji K24ê re got: “Taybetiyên bazinên hesîr ew e ku zexim in û bikaranîna wan hêsan e. Ya din jî hunereke aîdê Diyarbekirê ye û ev bazin ji bilî Diyarbekirê li tu derê nayên çêkirin. Ev pîşe jî ji hosteyên Ermen ji bo me maye û hem ji zêr, hem ji zîv hem jî ji baqir tê honandin. Ango hûn li kîjan welatên Ewropayê jî li kîjan bajarên Tirkiyeyê jî bazinên hesîr bibînin, hûn bizanibin ku ew bazin ji Diyarbekirê hatiye şandin. Ez jî li ser daxwazên zêrînger û zîvîngeran hesîrên xwe çêdikim û ji her bazinekê 3 misqal zêr heqdestê xwe distînim.”

Hosteyê kedkar, ji 15 saliya xwe heta niha bê navber karê çêkirina têlkarî, kişnîş û bazinên hesîr dike û 45 sal in ku li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, hema bibêje her roj bazinekî hesîr çêkiriye. Hoste Şaban vê pîşeyê ji babê xwe hîn bûye û li Diyarbekirê hosteyê herî kevin û di qada xwe de hosteyê dawî yê bazinên hesîr e. Şaban Şukruoglû bi evîneke mezin karê xwe dike û naxwaze ku ev pîşe wenda bibe.

Şaban Şukruoglû dibêje: “Ji ber ku ez li vê derê bi tenê me, ez têra şagirtan nakim. Şagirtên vê demê jî li pîşeyê nanihêrin, li pereyan dinihêrin. Ez carinan hesîrekê bi pereyê maşînekê jî çêdikim. Hesîr bi qîmet e. Ji ber vê jî divê ev pîşe li Zanîngeha Dîcleyê di beşeke taybet a hunerê de berdewam bike. Ev beş li Mêrsînê heye, li Dîlokê heye, çima li Diyarbekirê tuneye? Dema ev beş bê vekirin û hemû hosteyên ku karê zînetan dikin li hev bên civandin, her yek dê li gorî beşa xwe şagirtan perwerde bike û ji ber ku dê qadeke fermî be û siberoja wê hebe, ew ê eleqeya ciwanan jî zêde bibe.”

Li gorî çavkaniyên ji welatiyên xwecihî, dîroka bazinê hesîr digihîje heta 500 salan û yek ji pîşeyên qedîm e ku ji hosteyên Ermen derbasî hosteyên Kurd bûye. Daxwaza hosteyên Kurd jî ew e ku qadeke dorfireh ji bo vê pîşeyê were vekirin û çêkirina bazinên hesîr heta hetayê berdewam bike.