Di topbarana bakurê Helebê de 2 zarok birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê îro danê sibê gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê bi obîs û hawnan topbaran dikin.

Li gorî zanyariyan, di encama topbaranê de 2 zarokên ku li zeviyên çandiniyê di nav de paleyan bûn, birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Faris Xelef Îbrahîm (13) û Meter Fadil Îbrahîm (14). Li gorî agahiyan birîna Faris giran e.

Deverên bakurê Helebê yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, ji aliyê grûpên çekdaran û artêşa Tirkiyeyê ve bi awayekî berdewam tên topbaran û bombebarankirin.