Demirtaş: 42 sal siza ji ber derbirîna hizrê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî biryarên Doza Kobanê, daxuyaniya yekemîn ya Selahettîn Demîrtaş hate belavkirin. Demîrtaş dibêje, ew biryarê siyasî dibîne û hemû siza ji ber derbirîna hizrê hatine dayîn ji ber ku desthilat ji siyaseta yasayî ya Kurd ditirse. Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku bi deh salan hatibû sizadan dide xuyakirin, biryarên wiha ziyanê didin biratiya Tirkiyê.

Karvedana sepandina sizayên giran di Doza Kobanê de didomin. Ji ber ku desthilat û dijbereya Tirkiyeyê behsa nermbûn û asayîbûnê dike û dihat çaverêkirin, ev asayîbûn û nermbûn siyasetmedarên Kurd yên zîndankirî jî li xwe bigire ku zêdetirî heft sal û nîvan di zîndanê de ne. Hevserokê Berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk dibêjin, vekirina doza Kobanê jî û dana sizayan giran jî, biryara desthilatê ye.

Hevserokê Berê yê HDP Selahettîn Demîrtaş got: “Ev biryar ji hêla hevbeşên desthilatê ve hatiye dayîn. lê stûyê me xwar nabe, çokê me naşike. 42 sal siza ji ber derbirîna hizrê ye. Kesên hatine sizadan alîgirên aştî û demokrasiyê ne. Diyar e nermbûn yan jî asayîbûn Kurdan li xwe nagire. Eger Erdogan û Ocalan ji bo rawestandina xwînê despêşxêriyeke pêş bixin ezê piştevaniya vê bikim.”

Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî got: “Biryar siyasî ye, ne yasayî ye. Ziyan dide biratiya gelên Tirkiyê û nirxên hevbeşên demokratîk û xebatên pêkvejiyanê. Dijî Kurdan yasaya neyartiyê hatiye bikaranîn, lê di heman demê de xelkê Tirkiyê jî ji demokrasî û azadiyan dûr dixe.”

Li aliyê din, nivîskarekî Tirkiyeyê dibêje, dema ku ew twîta Rêveberiya HDPê bo Kobanê hatiye belavkirin, Selahettîn Demîrtaş bi Serokwezîr re di pêwendiyê de bû.