Sêyemîn Festîval Hespsiwariyê û Pêşbirka Hespên Kurdî li Kirmaşanê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn FFestîval Hespsiwariyê û Pêşbirka Hespên Kurdî bi beşdariya hespên Hemedan, Sine, kirmanşan û Xozistanê li perestgeha Anahîta ya li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin. Di festîvalê de pêşbirkên siwariyê, ciwanî û hêza hespên kurdan tên pêşandan.

Li gorî nivîseke gerok û dîroknasên cîhanê, ji Heredot heta ewên serdemê, hespê kurdî yek ji nijadên herî girîng û bihêz ên hespên resen e li seranserî cîhanê ku ji ber taybetmendiyên xwe li herêmên çiyayî dijî, hindik dixwe û pir ber xwe dide.

Rêvebirê festîvalê û rahênerê hespê kurdî Mehdî Gulbudaxî jî got: “Hespê kurdî yek ji cureyên herî navdar û resen ên cîhanê ye, ji aliyê karîn û taybetiyên xwe ve ji hemû cureyên hespan cuda û çalak e.”

Diyar kir jî, hespê kurd ciwan û xurt e, bi guhên xwe yên kurt, lingên xwe yên xurt û laşê xwe yê bi hêz ku dikare sema, bazdan û rimbaziyê bike û ji berê de ji bo veguhestinê û meydanên şer dihat bikar anîn. Lêbelê, niha, ew dikare beşdarî meydana pêşbaziyê ya werzîşên siwariyê bibe.

Siwara Klûba Koselanê ya bajarê Kamyaran, Şayan Avrazî jî got: “Taybetmendiyên hespên kurdî, di cureyên hespên din de nayên dîtin. "Ji ber vê yekê ew di pêşbaziyan de bilez û di tevgera xwe de balkêş e.”

Şayan Avrazî diyar kir: “Sê cureyên hespên kurdî yên navdar hene Cafî, Hewşarî û Sincawî. Di warê hejmaran de, cureyên Cafî pirtir û bi piranî reş û spî ne. Curê duyem, hespê Hewşarî ye û rengê wî sore bi ser reş ve ye û jê re dibêjin hespê Kuweytê jî. Curê sêyem jî hespê Sincawî ye ku bi rengê wî sore vekirî ye, jê re tê gotin sorê Kuweytê û herwiha ji wan jî Şîn in.