2 berpirsên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê hatin girtin

Dêrazor
Dêrazor

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê oparasyoneke daketina asmanî li gundekî rojhilatê Dêrazorê pêk anî û 2 berpirsên DAIŞê li Dêrazorê girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê di oparasyoneke daketina asmanî de, 2 berpirsên DAIŞê li gundê Um Xirbê yê li gundewarê Dêrazorê li nêzî sînorê Iraqê girtin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ew her du berpirsên DAIŞê, xelkê bajarokê Şenan yê Dêrazorê ne û yek ji wan beriya salekê ji zindanên HSDê hatibû berdan.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê dawî devera di destê DAIŞê de li Sûriyê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.