Reuters: Jiyana Serok û Wezîrê Derve yên Îranê di metirsiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî Îranê ji Reutersê re ragehandiye, “Piştî keftina kelîkoptera wan, jiyana Serokê Îranê û Wezîrê Derve yê Îranê di metirsiyê de ye”.

Li dû zanyaran, civîna bilez a Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Îranê li nivîsîngeha Elî Xamineyî tê kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî rênimayî daye Wezareta Navxwe ya Îraqê û Heyva Sor a Îraqî û tevaya desthilardarên din ku ji bo lêgeriyana balafira Serokê Îranê, ku li Bakurê Îranê keftiye xwarê, alîkariyê pêşkêşî Komara Îslamî ya Îranê bikin.

Serdarê Artêşa Îranê radigehîne, “Em vekolanan li ser keftina balafira Serokî dikin”.

Tê nûkirin…