Nêçîrvan Barzanî: Ez bi dilgiraniyeke zêde çavdêriya nûçeyên rûdana helîkoptera Reîsî dikim

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa rûdana helîkoptera Serokê Îranê de dibêje, “Ez bi dilgiraniyeke zêde çavdêriya nûçeyên rûdana helîkoptera Reîsî dikim”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 19.05.2024) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez bi dilgiraniyeke zêde çavdêriya nûçeyên rûdana helîkoptera Reîsî dikim”.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Ez ji Xudayê mezin dixwazim ew û hevalên xwe baş û bisilamet bin, dilê me li cem wan e û em lavayên xêrê jê re dikin. Di vê dema dijwar da, hizira me bi serkirdetî û gelê Îranê yê dost û cîran re ye”.

Li dû zanyarên tilevizyona fermî ya Îranê, helîkoptera Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî îro tûşî rûdanekê bûye.

Ji aliyekî din ve Berpirsê Operasyonan ê Heyva Sor a Îranê ji medyaya welatê xwe re ragehand, “Niha zêdetirî 46 tîman mijûlî lêgeriyan û pişkinînan in û li pey helîkoptera Serokê Îranê û şanda pê re digerin, herwesa bi rêya çend tîmên gerok jî li wê deverê belav bûne”.

Navbirî amaje jî da, “Tîm gehiştine wî cihî lê ji ber mij û moranê û dijwariya wî cihî û dijwariya keş û hewayê heta niha çi encam nebûne”.