Mesrûr Barzanî: Em hevxemî û hevpiştiya xwe bi gelê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî rêber, hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê kir û got: “Em hevxemî û hevpişteviya xwe ligel gelê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20 Gulanê di peyamekê de sersaxî li Komara Îslamî ya Îranê kir, ji ber koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emir Ebdullahiyan û hejmarek berpirsên din ên Îranê ku di encama ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dan.

Di peyamê de hatiye: “Em pirse, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr arasteyî rêberatî, hikûmet û gelê Îranê dikin, bo koça dawî ya Serokkomar Ayetulla Seyîd Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û hevrêyên wan.”

Mesrûr Barzanî dibêje: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê wan bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê bide malbat û gelê Îranê bi giştî. Di vê qonaxa dijwar de, hevxemî û hevpiştiya xwe ji gelê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin.”

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û şanda pê re duh êvarê li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat ji ber rewşa keşûhewayê ket xwarê. Li gorî medyaya fermî, piştî lêgerîna 18 demjimêran, helîkopter hat dîtin û Raîsî û şandeya pê re canê xwe jidest dane.